IMF: Divê para Kurdistanê were zêdekirin
Cîgirê Berpirsê beşa Rojhilata Navîn û Asyaya Naverast a Sindûqa Navdewletî ya Dirav (IMF), Ciristian Cos, raghiand, ku wan di gotûbêjên taybet ên bûdceya 2018an de ji berprisên iraqî re ragihandiye, ku giring e pareyên didin Herêma Kurdistanê têra xerciyên wan bike.
Kirîstiyan Cos ji Rûdawê re ragihand: “Me weke Sindûqa Navdewletî ya Dirav ji hikumeta Iraqê re ragihandiye, ku di bûdceya giştî ya Iraqê de 6.6 tirilyon dînar ji bo Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin lê ev têrê nake û divê bibe 8 tirilyon dînar.
Ji bo deyn we çi qas pere daye Iraqê?
Di daxiya Tîrmeha sala 2016ê de Iraqê rêkeftina dawîn a li gel IMFê pêk anî û derî ji 5.3 milyar dolaran vekir. Ji wê 5.3 milyar dolarî, heta niha 2.1 milyar dolar hatiye dayîn. 3.2 milyar dolarê din jî dê were dayîn lê misogere ku 840 milyon dolar bi merc e, ku li gorî vê divê Iraq tiştên jê tê xwestin cîbicî.
Gelo weke deynên Iraqê ti pere gihitiştine destê Herêma Kurdistanê?
Nexêr, em piştgiriyê didin hikûmeta federal a Iraqê. Herwiha, di bernameya xwe de em hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê han didin ku rêkeftina parvekirina cûdceyê cîbicî bikin, ku di bûdceya salên 2015, 2016 û 2017ê de li ser rêkeftibûn.
Herêma Kuridstanê rûbirûyê qeyraneke mezn a aborî bûye. Gelo ti hewldanek heye, ku beşek ji wê deyna didin Iraqê bidin Herêma Kurdistanê?
Em bi deyn pere didin qewareya Iraqê. Irak endamekî Sindoqa Navdewletî ya Dirav e û mafê wî heye di rewşên taybetî de sûdê ji samanên IMF werbigre. Weke beşek ji rêkeftinê, Iraq dikare pişta xwe bi wê bûdceyê ve girê bide, ku ji aliyê parlamentoyê ve hatiye erêkirin. Di nav bûedceyê de rêkeftineke taybet ji bo parvekirina bûdceyê di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de heye. Di guftugoyên taybet ên bûdceya sala 2018ê de, me ji bo hikûmeta Iraqê eşkere kiriye, ku ji bo me pir giringe beşa pêwîst a pereyan bigihe destê Herêma Kurdistanê û têra xercên wan bike. Me weke Sindûqa Navdewletî ya Dirav ji hikumeta Iraqê re ragihandiye, ku di bûdceya giştî ya Iraqê de 6.6 tirilyon dînar ji bo Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin lê ev têrê nake û divê bibe 8 tirilyon dînar.
Rudaw
