• Thursday, 19 February 2026
logo

Endamekî Civata Giştî ya Gorranê: Di firotina Kerkûkê de YNK bibû şirîkê Ebadî!

Gulan Media December 21, 2017 Nûçe
Endamekî Civata Giştî ya Gorranê: Di firotina Kerkûkê de YNK bibû şirîkê Ebadî!
Endamekî Civata Giştî ya Gorranê ragihand, êrişa hêzên YNKê li dijî xwepêşanderan nîşan dide ku YNK di firotina Kerkûkê de şirîkê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bûye!

Di heyama çend rojên borî de li deverên Silêmanî, Helebce û Germiyanê xwepêşandan û alozî pêk hatin. Di wan aloziyan de 5 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Ew devera ku xwepêşandan lê hat kirin di bin kontrola hêzên YNKê de ye.

Li ser vê mijarê, endamê Civata Giştî ya Gorranê Xelîl Serkanî ji BasNewsê re got, nediba hêzên YNKê êrişî xelkê bikin. Wan daxwaza mafên xwe dikirin û ji ber belengaziyê neçar mabûn xwepêşandanê bikin.

Xelîl Serkanî her wiha got, ew helwesta YNKê li hember xwepêşanderan nîşan dide ku YNK di firotina Kerkûkê de bûye şirîkê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, çimkî ew aloziyên ku niha diqewimin, encamên bûyerên 16 Cotmehê ne.

Basnews
Top