Yildirim: Kî li dijî Amerîka derkeve, gefê lê dixwe
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim îro li kombûneke li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê axivî û bal kişand li ser pirsgirêka Orşelîmê û da zanîn ku, Amerîka bi tena serê xwe Orşelîm wekî paytexta Îsraîlê nas kiriye, lê ev gava Amerîkayê ji aliyê Rêxistina Hevkariya Îslamî ve hatiye redkirin.
Bînalî Yildirim rexne li Amerîkayê girt û got, Amerîka di dengdayîna Neteweyên Yekgirtî de jî tenê maye. Welatên ku li dijî biryara Orşelîmê derdikevin bi gefên Amerîkayê re rûbirû dimînin. Amerîka gefa zexta aboriyê li wan welatan dixwe. Bihêzbûna Amerêkayê nayê wateya mafdarbûna wê.
K24
