Parlamenterekî turkmen yê Kurdistanê: Turkmenên şîe li Kerkûkê xirabkariyê dikin
Parlamenterê turkmen yê Kurdistanê Macid Bazirgan ji BasNewsê re got, rewşa Kerkûkê gelekî aloz û metirsîdar e. Li Kerkûkê mixabin hinek turkmenên şîe xwe dane kêlela Heşda Şeibî û xirabkariyê dikin û nakokiyên dixin navbera gelên Kerkûkê.
Macid Bazirgan her wiha got, eger hikûmeta Iraqê bi rastî dixwaze pirsgirêka Kerkûkê çareser bike divê Heşda Şeibî ji Kerkûkê derxîne û rêveberiya Kerkûkê bide destê Kerkûkiyan, eger wisa nebe Kerkûk dê biteqe.
Wî parlamenterê turkmen li ser bûyerên piştî referandoma serxwebûna Kurdistanê û 16 Cotmehê jî got, eger referandom nehatiba kirin jî dê her ew bûyer rû bidana. Helbet rewşa ku niha li Kerkûkê heye, demkî ye.
Wî siyasetmedarê turkmen anî ziman ku ew kesên ku bi navê nûnerên turkmenên Iraqê diçin Tirkiyê, ne nûnerên turkmenan in û got, me gelekî hewl da ji Erdogan û hikûmeta Tirkiyê re bêjin ku ew turkmenên ku bi navê nûnerên turkmenên Iraqê serdana Tirkiyê dikin, ne nûnerên rast yên turkmenan in. Me ji Tirkiyê re got ku hûn dibin sebeba parçebûna turkmenan. Ew karên ku turkmenên şîe dikin ziyanê li turkmenan didin, turkmenên rast dikarin bi her kes û neteweyekî re bijîn. Jixwe ew berovajî siyaseta Tirkiyê jî hereket dikin.
Basnews
