• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Îranê 8 Kurd hatin bidarvekirin

Gulan Media December 21, 2017 Nûçe
Li Îranê 8 Kurd hatin bidarvekirin
Li parêzgeha Kirmaşanê ya Îranê welatiyekî kurd hat bidarvekirin. Li gorî agahiyên malpera rêxistina Mafên Mirovan a bi navê Hengawê tevlî vê bidarvekirinê, di nava vê hefteyê de bi tevahî 8 kurd hatin biravekirin

Hat ragihandin ku roja duşemê di 18ê Berfanbara 2017an de kurdekî bi navê Mîhrdad Mihemedî, ku xelkê Kirmaşanê ye, di Zindana Dîzil Awa ya li Kirmaşanê de hatiye bidarvekirin. Li gorî agahiyan Mîhrdad Mihemedî beriya 7 salan bi tohmeta kuştinê hatibû girtin.

Hêjayî bibîrxisitinê ye ku hefteya borî jî 5 kurdên ji Kirmaşanê hatibûn bidarvekirin. Herwisa li gorî agahiyênmalpera Hengawê di nav salekê de li Îranê 130 kurd hatine bidarvekirin, ku piraniya wan li Ûrmiyê hatine bidarvekirin.

Waar.tv
Top