Hizbullaha Lubnanê: Niha baştirîn firsend e bo parçekirina Herêma Kurdistanê!
Rojnameya erebî ya bi navê El Exbar, ku nêzîkî rêxistina terorîstî ya Hizbullaha Lubnanê ye, raportek li ser xwepêşandan û aloziyên du rojên borî yên Başûrê Kurdistanê belav kiriye.
Rayedarekî kurd, ku nexwastiye navê wî were gotin lê tê texmînkirin ku endamê grûpa xiyaneta 16 Cotmehê be, ji wê rojnameyê re gotiye, niha firsendek baş e da ku serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî di warê siyasî de were îzolekirin û Silêmanî ji Herêma Kurdistanê were veqetandin!
Rojnameya Hizbullahê her wiha ragihandiye, alozî û xwepêşandanên Kurdistana Iraqê firsendek baş e da ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî mudaxele bike û Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê veqetîne.
Beriya niha BasNewsê eşkere kiribû ku grûpa xiyaneta 16 Cotmehê bi awayekî aktîf piştevaniya xwepêşandan û xirabkariyên du rojên borî yên Başûrê Kurdistanê dike û xwepêşanderan li dijî PDKê gij dike.
Basnews
