PDK ji bo Xwenîşanderan: Nehêln navê Kurdistanê kirêt bibe
Di ragihandinekê da, mekteba sîyasî ya PDKê diyarkirîye, PDKe xwenîşandanan bi mafê xelkî dizane û dengê xwe diêxe di gel dengê paqijê hemû wan kesên bi aştîyane daxwaza mafên xwe diken, di heman dem da dijî her reftareka şaş û destdirêjîyekê ye li ser mal û mulkê giştî.
Daye zanîn jî ku niha kiryar û reftarên wan kesên xwenîşandanan diken bi temamî ji cewherê xweyê medenî ladaye û weku xwenîşandaneka çekdarî xwe derxistîye û şewitandin û jinavbirina baregehên PDKê kirîye armanca xweya serekî.
PDKê daxwaz ji sazîyên êmnahyê kirîye bi erkê li ser milên xwe rabibin û gîyanê wan kesên dinava baregehan da biparêzin û ji hemû alîyan jî xwastîye, nehêln navê Kurdistanê û ezmûna wê kirêt bibe.
Waar.tv
