YNK: Em bi ti şêweyî van kiryaran qebûl nakin
Serkirdayetiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê di daxûyaniyekê de ragihand, çend grûbên têkder bi navê xwepêşandan êrîşî damûdezgehên wan kirin û rewşeke xerab li bajar duristkirin. Hevdem serkirdayetiya Yekîtî diyarkir, şewitandina damûdezgehan û têkdana rewşê ne ligel binemayên demokrasiyê ne. Da xûyakirin, têkilkirina daxwazên rewa ligel kiryarên tirsonek û herwiha çend grûban, tirs li ser jiyana xelkê duristkirin e û bûne metirsî li ser berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê.
Serkirdayetiya Yekîtî got ku, ew xwe wek berpirs dibînin di ber parastina mal û canê welatiyan. Herwiha mal û milkên giştî û dezgehên xizmetguzariyan li bajar û bajarokan. Da zanîn ku ew bi ti şêweyî van kiryaran qebûl nakin.
K24
