• Thursday, 19 February 2026
logo

Parlamenterekî Gorranê: Dibe ku Ebadî bi hêceta aloziyan hêz bişîne Silêmaniyê!

Gulan Media December 20, 2017 Nûçe
Parlamenterekî Gorranê: Dibe ku Ebadî bi hêceta aloziyan hêz bişîne Silêmaniyê!
Parlamenterekî Gorranê dibêje, îhtimal heye serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi hêceta kontrolkirina aloziyan hêz bişîne Silêmaniyê.

Parlamenterê Gorranê li parlamentoya Iraqê Emîn Bekir ji BasNewsê re got, virde û wêde tê gotin ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dixwaze bi hêceta kontrolkirina xwepêşandan û aloziyên Herêma Kurdistanê, hêz bişîne devera Silêmaniyê.

Emîn Bekir her wiha got, heta niha nayê zanîn ka Ebadî dê hêz bişîne yan na lê eger hêzên asayişa Kurdistanê nekarin aloziyan kontrol bikin wê çaxê Ebadî dê bi hêceta wê yekê hêz bişîne Kurdistanê.

Wî parlamenterê kurd anî ziman ku nabe kurd wê hêcetê bidin destê hikûmeta Iraqê û got, ez hêvîdar in rewşa negihê wê astê ku Ebadî hêz bişîne Silêmaniyê û deverên aloz, çimkî eger niyeta Ebadî ne kontrolakirina aloziyan e belkî dagîrkirin e!

Li gorî wî parlamenterê Gorranê, nabe bi ti awayî kurd rê bidin hêzên Iraqî derbasî Kurdistanê bibin, divê arîşeyên xwe bixwe çareser bikin.

Duhî parlamentera berê ya Gorranê Tavge Ehmed bang li serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiribû, bo kontrolkirina aloziyan hêz bişîne Silêmaniyê û deverên aloz.

Wê parlamentera kurd rexne jî li Ebadî girtibû ku çima zûtir mudaxele nekiriye!

Basnews
Top