Ji Nêçîrvan Barzanî peyamek bo xwepêşanderan
Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Ez ji daxwaziyên we têdigihîjim û ez hevsoz im li gel we,derbirîna aştiyane ya nêrînan mafekî rewa û demokratêk e, lê belê tundûtîjî ti demî nayê pesendkirin. Ez daxwaz ji we dikim ku bi aştiyane daxwazên xwe bînin ziman.”
Serokwezîr Barzanî herwiha tekez dike: “Pêwîst e em vê jî ji bîr nekin ku em hêj li navçeyeke tijî tundûtîjî û neseqamgîr dijîn, heta her duh pêşmergeyên me rûbirûyê êrişeke din a terorîstên DAIŞê bûne, em niha agahdarî liva hêzên iraqî ne li Mexmûrê ku ev jî cihê dilgiraniyê ye.”
Di beşeke dina peyama xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: “Em dê hingê bihêz bin ku yekrêz û yekgirtî bin, ez xweragiriya we di vê rewşa zehmet de bilind dinirxînim û di berê de jî me rewşên xirabtir derbas kirine û di vê baweriyê de me ku bi hev re em ber bi paşerojeke baştir pêngavan dihavêjin.”
Di wan du rojên derbasbûyî de li çend bajar û bajarokên sînorê her du parêzgehên Silêmanî û Helebce xwepêşandan birêve çûn ku li hin cihan alozî di xwepêşandanan de derket. Di encama aloziyan de, hejmarek kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek kes jî birîndar bûn, tevî ku çend baregehên hikûmetê, saziyên giştî û yên partiyên siyasî li deverê hatin şewitandin.
Rudaw
