Amrîka: Pêwîste Hewlêr û Bexda dest bi danûstanan biken
Di prêskonferansê xwe yê rojane de Heather Nauert peyivdara wezareta derveya amerîkayê got: Danûstanên Amerîka di gel Herêm û Îraqê berdewamin, taku dûr ji tundkarîyan kêşeyên xwe çare biken û pêdivîye Îraq bizane ku ew sizayên li ser xelkê Kurdistanê sepandîn, dê zîyanê bigehîne herdu alîyan.
Da zanîn jî: Bizavên Waşintonê ji bo destpêkirina danûstanên Hewlêr û Bexdayê berdewamin û çendîn caran daxwaz ji herdu alîyan hatîye kirin, dûr ji tundkarîyan kêşeyîn xwe çare biken.
Waar.tv
