Esed şervanên Kurd bi “Xayîn” binav dike
Serokê Sûriyê Beşar Esed îro piştî civîna ligel şandeke hikûmeta Rûsyayê ji rojnamevanan re ragihand, “Ewên li rojhilatê Sûriyê ne, ne tenê Kurd in, lê pêkhateyên cuda di nav de hene. Ewên bi aliyên biyanî re kar dikin û bi taybet di bin serperiştiya Amerîka de ne û li dijî artêş û gelê xwe ne, ew xayîn in.”
Esed got jî: “Ev nirxandina me ji wan grûpên ku bi Amerîka kar dikin re ye.”
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di çarçova Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji du salan ve bi piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re gelek navçeyên li bakur û rojhilatê Sûriyê ji çekdarên DAIŞê kontrol û pak kirine.
HSD niha jî operasyona Bagera Ferêt li rojhilatê Dêre Zorê û çemê Ferêt bi piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî û piştevanyeke temam a Rûsyayê di wê operasyonê de bi rê ve dibe.
K24
