Parlemantoya Almanyayê ji bo şerê dijî terorê biryar li ser hinartina hêz ji bo Kurdistanê dabû
Di civînê de rola Herêma Kurdistanê û pêşmergeyên wê bilind nirxand û her du komîteyan li hember aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê dilgiraniya xwe nîşan dan û bi pêwîstî zanî ku hemû arîşe bi diyalog li gor destûra Îraqê bên çareser kirin û piştevaniya xwe jî ji bo prosesa siyasî li Herêma Kurdistanê û hebûna hikûmetek bihêz li herêma Kurdistanê nîşan dan.
Her du komîteyan diyar kir ku ne hêsan bû parlamentoya Almanyayê biryara hinartina alîkariyên leşkerî bo derveyî welat bide, lê Almanya bi pêwîst zanî rûbirûbûyê wê rêxistina terorîstî ku gefan li hemû cîhanê dike, bibe. Dê hewil berdewam bin ku statuya Herêma Kurdistanê bihêztir bibe daku bikaribe aramiyê li deverê biparêze. Komîteya bergiriyê ya parlamentoya Almanyayê tekêd li ser berdewamiya piştevaniya pêşmergeyê Kurdistanê kir.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya parlamentoya Almanyayê kir ku ew biryara biwêr ya hinartina alîkariyên leşkeî bo Herêma Kurdistanê da û hêvî xwest ku têkeliyên di wê çarçoveyê de berdewam bin.
Serokwezîr bi pêwîstî zanî Almanya û Yekêtiya Ewropayê roleke ber bi çav di destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê bilîz in û piştî DAÎŞ ê nexşerêyeke sertaserî ji bo Îraqê hebe, çunkî dikare DAÎŞ di bergek din de dirust bibe. Ji bona rûbirûbûna wê metirisyê jî pêwîste di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyalogek cidî hebe û Bexda digel hemû aliyan hevkariyê bike.
Serokwezîr got ku di navbera aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê de diyaloga cidî ya siyasî heye û Herêma Kurdistanê ber bi hilbijartinan gavan diavêje ku ji bo rewşa navxweyî çareseriyek baş e. Her alîkariyeke Almanya ji Îraqê re bi rêya AMF re bişîne hewil bide beşa rewaya Herêma Kurdistanê jê bê veqetandin. Piştgiriya reforemên hikûmeta herêma Kurdistanê bike jiber ku bihêzkirina statuya Herêma Kurdistanê, bihêzkirina pirosesa demokrasiyê ye li deverê.
