Merkel piştgiriya mafên destûriyên Herêma Kurdistanê dike
Agela Marker rawêjkara Almanyayê, roja 18.12.2017ê li Berlinê, pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî serowkezîrê Kurdistanê û şandeya pê re ku ji Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê pêkhatibû, kir û di civînekê de Merkel hêvî xwest ku hemû alî ji bona destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê bixebitin û Almanya jî rewşê dişopîne.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û piştevaniya Almanya ji bo Herêma Kurdistanê kir û dawî pêşhat û rewşa têkeliyên Herêma Kurdistan û Îraqê behis kir. Barzanî tekîd kir ku Herêma Kurdistanê bi destûra Îraqê pabend e û ji bona çareserkirina arîşeyan li gor destûra Îraqê bi Bexdayê re gelek mihawile kirine, lê Bexdayê tu bersiv nedane, ji ber hindê pêwîste dewletên dost yên weke Almanya alîkariya Îraq û Herêma Kurdistanê bikin da dest bi danûstandinan bikin.
Şandeya Herêma Kurdistanê man û parastina herêma Kurdistanê ji bo aramiya deverê bigiring wesif kir û tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser çaksaziyan berdewam dibe û çaksazî di hemû waran de ji karên pêşîneyên hikûmetê ye û ji bona vê armancê daxwaza hevkarî û piştgiriyê ji Almanya kir.
