• Thursday, 19 February 2026
logo

Îrlenda dixwaze doza Kurdî li Tirkiyê bê çarekirin

Gulan Media December 17, 2017 Nûçe
Îrlenda dixwaze doza Kurdî li Tirkiyê bê çarekirin
Cêgirê serokwezîrên Îrlenda daxwaza çarekirina aştîyane ji bo doza Kurdî li Tirkiyê kir.
Di rûniştina parlemantoyê Îrlenda da li dor pirsa dadgehkirina Selahattin Demirtaş, hevserokê HDPê û Figen Yuksekdag, hevseroka berê pirsyarek ji cêgirê serokwezîran hate kirin.
Sîyon Çoveney, cêgirê serokwezîrên Îrlenda û wezîrê derveyê wî welatî ragihand; Ew dixwazin hemû kêşe bi rêya danûustanan bên çarekirin û got; Doza Kurdî li Tirkiyê bi tenê bi rêya dîyalogê tê çarekirin.
Coveney ragihand jî; Pêştir li ser zîndankirina demîrtaşî û Yuksekdag dilgranîya xwe ragihand bû û beyanek li ser wê yekê belav kir bû, bizav jî kirbûn di gel hijmareka nûnerên welatan li Tirkiyê li dadgeha wan berhev bibin, lê rê pê neha dayîn.
Cêgirê serokwezîrên Îrlenda dilgranîya xwe ji zîndankirina parlemantarên HDPê derbirî û eşkera kir; Ew bi rêya balyozxaneya xwe li Enqerê berdewam di peywendîyan dane di gel parlemantarên HDPê û ji nêzî çavdêrîya dadgehkirina wan diken.

Waar.tv
Top