Êrişî qereqolê kirin: 11 polîs kuştin
Hat ragihandin ku çekdarên Talibanê li başûrê Efxanistanê parêzgeha Helmandê êrîşî qereqolê kir û 11 polês hatin kuştin.
Waliyê Helmandê Heyatullah Heyat derbarê êrişê de daxuyanî da û têde ragihand ku milîtanan li Laşkargahê êrîşî qereqola polîsan kir û 11 polîs kuştin.
Heyatullah Heyat diyar kir ku di êrîşê da 8 kes birîndar bûn, di pevçûnê de hejmarek çekdarên Talibanê jî hatin kuştin.
Rudaw
