Fuad Mehsûm û Serokê Desteya Heşda Şeibî civiyan
Îro Yekşemî 17ê Befranbara 2017ê Fuad Mehûsm li Koşka Selam a serokomariyê li gel Serokê Desteya Heşda Şeibî û Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê Falih Feyaz kir.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya serokomariya Iraqê, di vê civînê de Fuad Mehûsm û Falih Feyaz derbarê rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê û tevahiya guhertinên siyasî yên li herêmê de gotûbêj kirin.
Mehsûm û Feyaz tekezî li ser giringiya yekxistina hewlan ji bo xurtkirina aramiya siyasî kirin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, ku Mehsûm û Feyaz tekezî li ser giringiya yekxistina hewlên siyasî û ewlekarî piştî serkevtina bi ser terorê de jî kirin.
Rudaw
