Baydemîr: Heger Felestîn dagîrkir ye, gelo rewşa Kurdistan çawa ye?
Baydemîr berê xwe dide AKPê û dibêje: "Ji we re ne kêşe ye serkirdeyên Kurd bên zindanîkirin û we dest li ser 96 şaredariyan daniye, ev bi xwe jî dagîrkarî ye".
Ev daxuyaniyên Baydemîr piştî wê yekê tê ku di çend rojên derbasbûyî de serokê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan, dilgiraniya xwe beramberî biryara Serokê Amerîka ya derbarê Orşelîmê dabû xuyakirin û nasandina wî bajarî wek paytexta Israîlê wek dagîrkirina Felestînê binav kiribû.
K24
