• Thursday, 19 February 2026
logo

Barzanî: Gelê Kurdistanê zimanê zordarîyê qebûl nake

Gulan Media December 17, 2017 Nûçe
Barzanî: Gelê Kurdistanê zimanê zordarîyê qebûl nake
Serok Barzanî di civînekê de di gel kesayetîyên civakî û rîh sipyên devera Badînan da dupatî li danûstanan û lêktêgehiştinê kir û got: Gelê Kurdistanê zimanê zordarîyê qebûl nake.
Serok Barzanî di seredana xwe da ji bo parêzgeha Duhokê di gel kesayetîyên civakî û olî û rîh sipyên devera badînan civîya têda rolê cemawerê devera Badînan li hember asteng û qurbanî dana wan li şer dijî tîrorê de bilind nirxand û got: Di proseya referandomê de îrade û bizavên xwe bi şêweyekê aştîyane û demokirasî nîşa hemû xelkê cîhanê da, herwesa referandom bi destkeftekê goring yê gelê Kurdistanê navkir.
Serok Barzanî di berdewamîya axiftona xwe de amajekir, ku referandom ne jêderê kêşeyên niha ye, belku ji bo wan sedema vedigere yên gelê Kurdistanê han day biryara referandomê biden, dupat jî kir ku proseya sîyasî ya Îraqê li salên borî û niha jî bi eşkerayî hevsengî û lhevhatin binpêkirîye, ên nîha jî xwe bi berevanên destûrî û bi kêfa xwe destûrî şirove diken her ewn destûrê Îraqê binpêkirî û rewş berbi vî arastey birî.
Barzanî di gel kesayetîyên devera badînan da tekezî li danûstanan û lêktêgehiştnê kir, dupat jî kir ku di heman dem da gelê Kurdistanê zimanê zordaryê qebûl nake û got: Pêdivîye ew serwerîya gelê Kurdistanê di dîrok û xebata xwe da tomarkirî bi başî bê parastin û bi taybet di babetê ferhenga pêkvejîyan û yekrêzîyê di navbera pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê da.

Rudaw
Top