Heşda Şeibî hejmarek ji xwendevanên zanîngeha Kerkûkê desteser kir
Wê jêderê got: "Çekdarên milîsên Heşda Şeibî, ew fêrxwazên ku desteser kirin, ber bi cihekî nediyar ve birin û hêzên polisên Kerkûkê li ser wê bûyerê ti helwest nîşan neda".
Li gorî girteye vîdyoyekê ku li ser torên civakî hatiye belavkirin, îro bi helkefta roja ala Kurdistanê, li xwendingeheke bajarê Kerkûkê jî merasîma pîrozkirin û bilindkirina ala Kurdistanê birêve çû û ala Kurdistanê tê bilindkirin.
Herweha li seranserî bajar û bajarokên Kurdistanê, roja ala Kurdistanê hat pîrozkirin.
K24
