11 Kurdên din ên Êzidî ji destê DAIŞê rizgar bûn
Hisên Koro Qaîdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, di 24 demjmêrên derbasbûyî de 11 Kurdên din ên Êzidî ku di destê DAIŞê de girtî bûn, hatin rizgarkirin.
Hisên Koro got, 5 ji wan kesan li Tirkiyê û 6 kes jî li Sûriyê hatine rizgarkirin, ku 7 ji wan jin û 4 jî zarok in.
Bi gotina Koro, her 11 kesên rizgarbûyî xelkê navçeya Şingal û derdora wê ne.
Di 3ê Tebxa sala 2014an de, DAIŞê di êrişeke berfireh de Şingal û derdora wê dagîr kir.
Hisên Koro Qaîdî behsa wê jî kir, ku ji koma 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî yên revandî ji aliyê DAIŞê ve heta niha 3 hezar û 223 kes hatine rizgarkirin.
Rudaw
