Putin: Têkiliyên me yên bi gelê Kurd re dîrokî ne
Putin di derbarê referandûma Kurdistanê de got, ew biryara rêveberiya wan bû û wiha axivî: “Encamdana referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê biryara rêveberiya wan bû û herwiha rêzgirtina encamên dadgeha federal jî biryara wan bû. Ma em dikarin çi bikin. Rosneft niha li Kurdistanê xebata xwe berdewam dike û wê bike jî. Xebata Rosneftê li Kurdistana Iraqê, ji bo herdû aliyan baş e.”
Serokê Rûsyayê herwiha destnîşan kir ku têkiliyên wan bi Kurdan re dîrokî ne û wiha axivî: “Ev têkiliyên dîrokî wê bên pêşxistin jî. Divê rêveberiya Herêma Kurdistanê di çarçoveya qanûnê de tevbigere. Têkiliyên me ji aliyê tradasyonal ve û ji aliyê dîrokî ve bi Kurdan re gelekî baş in. “ Putin di dewama axaftina xwe de got, “Ji aliyekî ve ez kêşeyê fêm dikim. Lê ez wiha bawer dikim ku ti astengî tine ne ku em têkiliyên xwe bi gelê Kurd re baş bikin. Em ê têkiliyên xwe bi pêş de bibin."
Hat ragihandin ku civîna Putin a îsal ji aliyê hezar û 600 rojnamegeran ve hatiye şopandin.
