DAIŞê beşek ji Şamê kontrol kir
Roja çarşemê, çekdarên rêxistina DAÎŞê ji kampa Yermûk a penaberên Filistînî êrîşeke berfireh birin ser hêzên hikûmeta Sûriyê li taxa el-Tedamun li başûrê Şamê.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, di encama şer û pevçûnên dijwar yên navbera her du aliyan de, çekdarên DAIŞê beşek ji taxa el-Tedamun ji destê hêzên hikûmeta Sûriyê derxist.
Piştî kontrolkirina beşekî ji taxa navborî, balafirên şer ên hikûmeta Sûriyê di ser deverê re firiyan û topxaneya artêşa Sûriyê tax topbaran kir.
Çekdarên DAIŞê kampa Yermûkê ya koçberên Filistînî li Sûriyê kontrol dikin û ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê û milîsên bi ser ve dorpêçkirî bûn.
Rudaw
