• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka bersiva gefên Heşda Şeibî dide

Gulan Media December 14, 2017 Nûçe
Amerîka bersiva gefên Heşda Şeibî dide
Wezareta Bergîriyê yê Amerîka ragihand, hin grûpên çekdar yên Îran piştevaniya wan dike gefê li hêzên Amerîka yên li Iraqê dixwin.

Peyvdarê Wezareta Bergîriyê yê Amerîka Eric Bahon di konferanseke rojnamevanî de ragihand, agahdariyên wan hene, hêzên wan yên li Amerîka ji aliyên hin grûpên çekdar yên Îran piştevaniya wan dike ve gef lê tên xwarin.

Got jî, hêzên wan dikarin berevaniyê li xwe û hevpeymanên xwe bikin. amaje bi wê jî kir, karê li pêş wan û Hevpeymaniya Navdewletî rûbirûbûn û jinavbirina DAIŞê ye.

Piştî ku ji berî hefteyekê ve Serokê Amerîka Donald Trump Orşelîmê wek paytexta Îsraîlê nasand, hin grûp û yekîneyên di nava Heşda Şeibî de gefa armanckirina hêzên Amerîka xwarin.

K24
Top