4 berpirsên MÎTa Tirkiyê di destê PKKê de ne
Ozkan li Civîna Parlamentoyê ya di derbarê bûdçeya Tirkiyê de axivî û bal kişand li ser karmendên ku ji aliyê PKKê ve hatine revandin û got: Dezgeha Hawalgirî MÎT beriya 18 salan Serokê PKKê Abdullah Ocalanî girtibû. Lê îro PKK karmendên MÎTê digre.
Tuncay Ozkan got: “MÎT 4 karmendên xwe yên pilebilind erkdar kir ku li dijî serkirdeyên PKKê operasyonan bikin û wan bînin Tirkiyê. Lê 4 karmendên gelek pilebilind ên MÎTê dîl ketin destê PKKê. Lê MÎT di derbarê vê mijarê de agahî nade me. Divê em bizanin çend karmendên me û çawa dîl ketin destê PKKyê û ew ji bo operasyonek çawa hatibûn erkdarkirin. MÎT xeletiyên çawa kir û ket rewşek wisa xirab. Serokê MÎTê çima agahî nade Parlementoyê? MÎT beriya 18 salan bi serkeftinek mezin Serokê PKKyê girt anî û Tirkiyeyê. Lê îro 4 Serokên Daîreya MÎTê dîl dikevin destê PKKê ye.”
K24
