• Thursday, 19 February 2026
logo

Nivîsîngeha Ebadî: Ji ber xeletiya çapê navê Pêşmerge nehatiye nivîsîn

Gulan Media December 12, 2017 Nûçe
Nivîsîngeha Ebadî: Ji ber xeletiya çapê navê Pêşmerge nehatiye nivîsîn
Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Seedî Hedîsî ragihand, ku ji ber xeletiya çapkirinê navê pêşmerge di nava gotara Heyder Ebadî ya di derbarê bidawîbûna şerê DAIŞê de nehatibû nivîsandin.

Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Seed Hedîsî ragihand, ku neanîna navê “Pêşmerge” di gotara Heyder Ebadî de, şaşîtiya çapê bûye.

Seed Hedîsî diyar kir ku ne anîna navê pêşmerge bi zanebûn nebûye û xeletiya çapkirinê bûye û da zanîn, ku ew gotar bi zimanên Erebî, Kurdî û Îngilîzî hatiye belavkirin.

Herwiha Hedîsî diyar kir, piştî wê gotarê, Heyder Ebadî gotareke din pêşkêş kiriye û behsa rola pêşmerge kiriye, ku ew hêzeke di çarçoveya sîstema berevaniyê ya Iraqê de ye, beşdarî şerê li dijî DAIŞê jî bûye.

Derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Seedî Hedîsî da xuyakirin, ku hikûmeta Iraqê li benda hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku bi kiryar helwesteke erênî li hemberî yekîtiya axa Iraqê û biryarên Dadgeha Federalî nîşan bide.

Hedîsî got, ku hikûmeta Iraqê hinek biryarên destûrî wergirtine û pêwîst e Herêma Kurdistanê bi kiryar pabendî wan biryaran be ji bo ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser deriyên sînor, serwerî, ewlekarî û petrolê danûstandin destpê bikin.

Hedîsî dubare got, divê Herêma Kurdistanê deriyên sînor û balafirxaneyan radestî hikûmeta Bexdayê bike.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja Şemiyê 09-12-2017, di gotarekê de serkeftina bi ser rêxistina DAIŞê de ragihandibû û ji ber wê serkevtinê pîrozbayî li hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî kiribû, lê navê Hêzên Pêşmerge di gotara xwe de neanîbû.

Daxuyaniya Ebadî rastî nerazîbûn û bertekên tund ên Wezareta Pêşmerge û berpirsên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên Kurdistanî hatibû û helwesta Ebadî li hember Pêşmerge şermezar kiribûn.

Piştî derbasbûna rojekê, Heyder Ebadî navê Pêşmerge li gotara xwe zêde kir.

Ev di demekê de ye, ku Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de hezar û 824 şehîd dan û zêdetirî 10 hezar pêşmerge jî birîndar bûn.

Wezareta Pêşmerge weke bertekekê daxuyaniyek li ser gotara Ebadî belav kir û ragihand: “Mixabin birêz Ebadî careke din nekarî weke serokwezîrê welat tevbigere û rola pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê piştguh neke. Hemû cîhan şahid e ku yekemîn car pêşmergeyan beriya hemû hêzên Iraqê efsaneya DAIŞê têkşikand. Eger Pêşmerge nebûya, dûr nebû ku niha jî DAIŞ nîvê cografiya Iraqê kontrol nekiriba.”

Wezareta Pêşmerge herwiha got: “Em nizanin çawa dibe ku vîjdana wî aram be. Bi çi rûyekî li benda wê yekê ye ku gelê Kurdistanê xwediyê hestê girêdana bi Iraqê ve bin?”

Rudaw
Top