• Thursday, 19 February 2026
logo

Rejîma Îranê 50 kirpaçan li keçeka Kurd dide

Gulan Media December 12, 2017 Nûçe
Rejîma Îranê 50 kirpaçan li keçeka Kurd dide
Rejîma Îranê jiber piştgîrî kirina referanduma serxwebûnê ceza da keçeka Kurd.

Li gor zaniyariyên ku ji Rojhilatê Kurdistanê hatine bidestxistin, rejîma Îranê bi tometa ku beşdariya çalakiyên pîrozbayî yên taybet bi referanduma serxwebûna Kurdistanê kiriye, cezayeke gelek sosret daye keçeka Kurd.

Ev keça Kurd yaku xelkê bajarê Seqizê ye û hevdem Xwendekara zanîngehê ye jî, bi hinceta ku beşdariya şahiyên referanduma serxwebûna Kurdistanê kiriye, ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve rastî cezayeke sosret hatiye û dadgeh cezaya lêdana 50 qamçiyan ( kirbaç) û herwih 1 miliyon 800 hezar timan daye ew xwendekara Kurd.

Top