• Thursday, 19 February 2026
logo

Netenyahu: Ez li bendê me welatên YE Orşelîmê wek paytexta Îsraîlê nasbikin!

Gulan Media December 11, 2017 Nûçe
Netenyahu: Ez li bendê me welatên YE Orşelîmê wek paytexta Îsraîlê nasbikin!
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di serdana xwe ya Brûkselê de ragihand ku ez li bendê me piraniya welatên YEyê Orşelîm wekî paytextê Îsraîlê binasin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di serdana xwe ya Brûkselê de kêfxweşiya xwe ya îlankirina Orşelîmê wek paytextê Îsraîlê nîşanda û di axaftina xwe de got: "Em li bendê ne ku piraniya welatên Yekîtiya Ewropayê Orşelîmê wek paytextê Îsraîlê binasin."

Benjamîn Netanyahu ji bo têkiliyên dualî û mijarên herêmî bi Wezîrên Derve yên endamên welatên Yekîtiya Ewropayê re biaxive çû Brûkselê û derbarê Orşelîmê ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve wekî paytexta Îsraîlê hat îlankirin axivî.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu di axaftina xwe de ragihand ku biryara Serokê Amerîkayê naskirina rastiya heyî ye û got: "Naskirina Orşelîm wek paytextê Îsraîlê wê bibe teşvîqa aştiyê. Tiştê ku Trump rastî bû û aştî jî li ser rastiyê ava dibe. Aştî naskirina rastiyan e û rastiya ku Orşelîm paytexta Îsraîlê ye eşkere ye. Dema ku Filistîn Orşelîmê wek paytexta Îsraîlê binase hatiye."

Netanyahu di dirêjiya axaftina xwe de got: "Eger Filistînî Orşelîmê wek paytextê Îsraîlê nasnekin jî divê hemû welatên Ewropî vê binasin."

Basnews
Top