• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka rizgarkirina axa Îraqê ramana jinavçûna DAIŞê nade

Gulan Media December 10, 2017 Nûçe
Amerîka rizgarkirina axa Îraqê ramana jinavçûna DAIŞê nade
Piştî hikumeta Îraqê serketina ser DAûŞ û rizgarkirina hemû deveran ji destên wê rêkxistina teroristî ragihandinî, wezareta Derve ya Amerîka pîrozbahî li hemû hêzên Îraq û welatyan kir û ragihand: Ev serketine nîşana jinavçûna xelafeta DAIŞê ye û nîşana rizgarîya hemû xelkê deverê ye.
Hêzer nawrît, peyivdara wezareta Derve ya Amerîka di pirêskonferansê xwe yê heftîyane de got: Amerîka baş dizane ku rizgarkirina axa Îraqê ramana jinavçûna DAIŞ û terorê nîne û Amerîka di gel hevpeymanên xwe dê kar ji bo nehêlana terorê bike.
Herwisa da zanîn: Amerîka her ji sala 2014ê ta niha milyarek û 700 milyon dolar wek alîkarîyên mirovî pêşkêşî Îraqê kirîne û 265 milyon dolar ji bo vegerandina aramîya Îraqê terxan kirîne, herwisa diyar jî kir: 112 milyon dolar ji bo nehêlana mîn û paşmayên DAIŞê û meşqkirina hêzên Îraqê hatîne terxankirin.

waar.tv
Top