• Thursday, 19 February 2026
logo

Rêkeftina Gorran û YNKê heldiweşe!

Gulan Media December 10, 2017 Nûçe
Rêkeftina Gorran û YNKê heldiweşe!
Rêkeftina Gorran û YNK heldiweşe û gruba xiyanetkar a 16ê cotmehê dinava Gorran de hewldana zindî kirina rêkeftineke din didin.

Parlamenterê Gorran Enwer Qadir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Gorran dê çi ji rêkeftina li gel YNKê bike, lê ew bixwe bi wê rêkeftinê ve girêdayî nebûn, bi awayekê cemidandin, yan jî hilweşandin.’’

Ew rêkeftina ku ji 23 xalan pêkhatiye û bi destê Newşîrwan Mistefa û Mam Celal Talabanî li Debaşan hatiye imza kirin. Derbarê wê rêkeftinê de jî parlamenterê berê yê Gorran Karwan Salih ji BasNewsê re ragehand: ‘’Gorran û YNKê ew rêkeftin bo tola siyasî îmza kirin. Lê naha derket ku bo ceza kirina xelkê Silêmanî bikartînin û guman heye rêkeftin bi awayek veşartî hebe di navbera du gruban de ku vê qonaxê li gel yek birêve bibin û helbijartinan paşbixin.’’

YNK bicîhanîna rêkeftinê nîgerane û berpirsê malbenda Şarezor ê YNKê Ehmed Qedeferî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew rêkeftin ti xaleke wê neketiye warê bicîhanînê û raste YNK kêmxem bûye. Lê rewşa Kurdistanê wa bûye û rê ji bicîhanîna xalên rêkeftinê re nedaye û bi taybet jî pirsgirêkên nav YNKê bixwe jî asteng bû.’’

Li gor zanyariyên BasNewsê, ku parlamenterek Gorran dengê wî parastiye li gel BasNewsê dibêje: ‘’Rêkeftin hatiye hilweşandin. Baskeke YNKê ku baskê bi bandor ê Hêro Îbrahîm Ehmed e, li gel beşek din ê Gorran dixwaze rêkeftinek nû bike.’’

Basnews
Top