• Thursday, 19 February 2026
logo

Wezareta Pêşmergre: Em ji reftara Wezareta Derve ya Amerîka li hember Pêşmerge nîgeran in

Gulan Media December 10, 2017 Nûçe
Wezareta Pêşmergre: Em ji reftara Wezareta Derve ya Amerîka li hember Pêşmerge nîgeran in
Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê nîgeraniya xwe li hember daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîka li ser şerê DAIŞê nîşan da.

Wezareta Derve ya Amerîka, piştî ku hikûmeta Iraqê ragihand şerê DAIŞê li Iraq ê xilas bûye, daxuyaniyek belav kir û ragihand, heta niha jî metirsiya terora DAIŞê li Iraq û Sûriyê maye.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîka tenê behsa hêzên Iraqî hatiye kirin, navê Pêşmerge nehatiye ziman.

Li ser vê yekê, berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgord Hîkmet ji televîzyona K24 re gotiye, em ji reftara Wezareta Derve ya Amerîka li hember Pêşmergre nîgeran in. Ew şerê ku Pêşmerge li hember DAIŞê kir, tevahiya cîhanê dît, Pêşmerge bû sembola parastina mirovahiyê.

Helgord Hîkmet her wiha gotiye, serkeftin û mêrxasiya Pêşmerge di şerê DAIŞê de wisa kir ku Pentagon bi Wezareta Pêşmerge re protokolekê îmze bike. Mixabin Wezareta Derve ya Amerîka vê yekê nabîne.

Basnews
Top