‘Amerîkayê çekên nû ji YPGê re şandin’
Li gorî medyaya tirkî ku zanyariyên xwe hilpirse çavkaniyên dijbereya Sûrî, “ew beşê çek û erebeyan, roja înê, di rêya Başûrê Kurdistanê re gihaştine bajarê Hesekê û ji bo hêzên YPGê hatine radestkirin.”
Li gorî hikûmeta Tirkiyê, Serokê Amerîkayê Donald Trump soz dabû serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku Amerîka dê radestkirina çekan ji bo YPG û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rabigire.
Hatibû ragihandin ev soz di dema pêwendiyeke telefonî de di navbera serokên her du welatan de hatibû dayin.
Lê piştî wê peywendiya telefonî bi çend rojan, Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragihand ku ew dê ji bo alîkariyê ligel hevpeymanên xwe yên Rojvayê Kurdistanê û Sûriyê berdewam bin.
Rudaw
