Neteweyên Yekbûyî: Biryara Trump aştiya Rojhilata Navîn têk dibe
Civata Ewlekariya Navdewletî roja Înê 08-12-2017, derbarê Qudsê de civîneke awarte saz kir.
Civîn li ser daxwaza Fransa, Brîtanya, Îtalya, Siwêd, Misir, Senegal, Uruguay û Bolîviya, weke karvedanek li hember biryara Serokê Amerîkayê ya derbarê veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji bo Urşelîmê, îro Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî hate lidarxistin.
BMGK Kudüs gündemiyle toplandı
NY: Biryarên yek alî zirar dide
Di civînê de Hemahengkarê Teybetî yê Pêvajoya Aştiyê li Rojhilata Navîn Nickolay Mladenov ragihand: “Neteweyên Yekbûyî gelek caran ragihandiye, ku hemû biryarên yekalî yên ji bo guhertinanasnameya Quds-Urşelîmê, dê bibe sedema têkbirina hewldanên aştiyê.”
Nickolay Mladenov da zanîn, ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ragihandiye, ku helwesta wan a derbarê vê mijarê de ew e, ku divê pirsa Urşelîmê bi rêya guftugoya aliyan û bi awayeke dadwerane were çareserkirin.
Mladenov herwiha hişyariya zêdebûna tundrewiyê da û da xuyakirin, ku divê çareserî li ser hîmê biryarên Neteweyên Yekbûyî, bi rêkeftinên dualî pêk were.
Fransa: Plana B nîne
Nûnerê Fransayê li NY François Delattre jî di daxuyaniyeke çapemeniyê de bi bîrxist, ku welatê wî li gel 7 welatên din banga civîna awarte li Civata Ewlekariya Navdewletî kiriye û got: “Jixwe Serok Emmanuel Macron jî duh ragihand, ku statûya Urşelîmê mijareke ewlekariya navdewletî ye.”
Delattre diyar kir, ku welatê wî hê jî rojhilatê Urşelîmê weke xakeke dagirkirî dibîne û destnîşan kir, ku heta di navbera herdu aliyan de li ser vê nakokiyê rêketfineke aştiyane nebe, ew dê Qudsê weke parçeyekî ji welatekî nasnekin.
Nûnerê Fransayê tekez kir, ku heta aştî çênebe seqamgîrî venagere navçeyê û got: “Ji bo çareseriya bi du dewletan plana B nîne.”
Brîtanya: Em li gel biryara Amerîkayê nakok in
Nûnerê Brîtanyayê li NY Matthew Rycroft, ku welatê wî hevpeymanê mezin ê Amerîkayê ye, ragihand, di vê mijarê de ew li gel Amerîkayê nakok in.
Matthew Rycroft got: “Em li gel biryara Amerîkayê nakok in. bheriya rêkeftineke du alî, veguhestina balyozxaneya xwe ji bo Urşelîmê û bi awayeke yekalî Urşelîm weke paytexta Îsraîlê naskirin erênî nabe.”
Nûnerê Brîtanyayê dubare kir, ku ew balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê venaguhezin û got: “Biryarên bi vî awayî hevkariya proseya aştiyê nakin.”
Amerîka: Nabe guvaşê bixin ser Îsraîlê
Nûnera Amerîkayê li NY Nikki Haley jî ragihand, nabe Îsraîl were neçarkirin, ku rêkeftinekê li gel NY an jî hin welatên ku bi çavekî kêm li ewlekariya Îraîlê meyze dikin, îmze bike.
Nikki Haley da xuyakirin, ku biryara Amerîkayê xizmeta aştiya navçeyê dike û ew vê yekê rast nabînin, ku hinek alî vê biryarê bikin sedema pêşxistina tundiyê.
Haley got, ku Amerîka dixwaze rêkeftina aştiyê di navbera Îsraîl û Filistînê de cîbicî bike û dubare kir, ku Amerîka ti caran dest ji van hewldanên xwe bernade.
Îsraîl: Urşelîm nebe paytext ti caran aştî pêk nayê
Nûnerê Îsraîlê li NY Danny Danon jî destxweşî li biryara Amerîkayê kir û got: “Roja Çarşemê, ji bo Îsraîlê, aştiya herêmê û cîhanê, sembolekî giring e. Amerîkayê bi rastî ji rewşê têgihişt, ku bi awayeke fermî ev biryara dawperwer da, ku Urşelîm paytextê Îsraîlê ye û herdem jî dê wesa be.”
Danny Danon ragihand, ku niha du bijarde li pêşiya Filistînê ye, dikarin aştî û diyalogê yan jî şer hilbijêr in û wiha axivî:
“Wan herdem şer û tundî hilbijartine. Niha vê kêliyê em li vir daxivin lê li gorî raporên digihine destê me, tê gotin ku ji Xezzeyê mûşek avêtine Îsraîlê. Ez hêvîdar im ku Filîstîn biryareke rast bide. Dikarin li gel me li Ramallahê, yan li Urşelîmê, heta li ciheke din ê cîhanê rûnin û danûstandinan bikin.”
Danon diyar kir, ku him Filistînî ûy him jî cîhan divê biryara Amerîkayê ya derbarê Urşelîmê de weke ceribandineke rast bibînin û got: “Dikarin vê yekê ji bo hêviyeke nû bikin derfet. Dikarin wê rastiyê webûl bikin, ku Urşalîm paytexta Îsraîlê ye û vê yekê jî bikin pêngava misogerkirina aştiyê.”
Nûnerê Îsraîlê ev yek jî tekez kir, ku “Heta Urşelîm nebe paytext ti caran aştî pêk nayê.”
Biyara Trump karvedanên navxweyî û navdewletî li pey xwe anîn
Roja Çarşemê 06-12-2017, Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara li ser, weke paytexta Îsraîlê nasîna Urşelîm-Qudsê îmze kir. Hevdem biryar da balyozxaneya Amerîkayê veguhezine vî bajarî.
Biryara Trump li seranserê cîhanê û bi taybetî jî li cîhana îslamî deng û karvedaneke berfireh re rê vekir.
Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî di sala 1980ê de, bi biryara jimare 478, red kiribû ku Urşelîmê weke paytexta Îsraîlê nas bike.
Rudaw
