Trump: Obama newêrîbû hêlên sor derbas ke, vê yekê hişt Rûsya û Îran bên Sûryê
Trump di gotara xwe de li pêşya alîgirên xwe li wîlayeta Florida got: "Îdara berê gellek kêşe li çend navçeyên cuda yên cîhanê li şûna xwe hiştiye û welatê me lawaz derketiye li wan navçeyan ji ber ku îdara berî min hêlên sor derbas nedikir, heger hêlên sor derbas kiriba , wê Rûsya û Îran nikarîbana destwerdanê di Sûryê de bikin".
Herweha got: "Serokê berê yê Amerîka Barak Obama di wê baweriyê de bû ku çênabe gavên bihêz bavêje, dema Rûsya û Îran derbasî Sûriyê bûn jî tiştekî berçav nekir".
Trump balkişand ser bizavên xwe li Sûryê dema ku firîngeha Şuêrat ya serbazî bordûman kir û ziyaneke mezin li rêjîma Sûriyê kir, ew yek jî diyar kir, ku bi riya keştiyeke cengî bi 59 mûşekan li wê firîngehê da. frrokexanekrid.
K24
