Endamê rêveberiya PDKê Şiwan Mihemed: Iraq di şerê îradê de li gel Kurdistanê serkeftî nabe!
Berpirsê baskê PDKê yê Bexdayê Şiwan Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ceza kirina xelkê Kurdistanê ji aliyê Bexda ve eger fişarên siyasî be derbarê partiyên siyasî de, wateyek dine, herwaha piraniya fişar çavkaniya xwe ji wê werdigrin ku rasterast bandorê li ser jiyana kes û hemwelatiyan dike. Iraq xwe wek federal pênase dike û li gor wê jî pêwîste xwedî li hemû hemwelatiyên Iraqê derkeve, lê vê yekê nake. Li gel vê jî eger destûr neyê bicîhanîn, jiyana gelê Iraqê dibe ku gelek nexwaştir jî bibe.’’
Herwaha got: ‘’Pirsgirêkên Iraqê bi tenê çavkaniya xwe ji pirsgirêkên li gel herêma Kurdistanê nagre, herwaha pirsgirêkên siyasî, aborî, ewlehî, darayî û hikûmeta Heyder Ebadî jî nekariya ti yek ji wan pirsgirêkan çareser bike. Li gel vê jî eger Ebadî bangeşe û propaganda wê yekê dike ku di şerê dijî DAIŞê de serkeftî bûne, dîsa di wê serkeftinê de pişka şêr a hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên hevpeyman e. ne ku artêşa Iraqê.’’
Şiwan Mihemed got: ‘’Eger hikûmeta Iraqê bixwaze şerê îradê li gel xelkê herêma Kurdistanê bike, wê demê ti caran serkeftî nabe. Eger bixwaze hikûmetek bo hemwelatiyan ava bike wê demê rê û cîhê xwe heye bo ava kirinê. Ji ber hikûmeta naha ya Iraqê ne hikûmeta hemwelatiyan e.’’
Basnews
