• Thursday, 19 February 2026
logo

Rûsya: Leşkerên me mil bi milê YPGê şer dikin

Gulan Media December 9, 2017 Nûçe
Rûsya: Leşkerên me mil bi milê YPGê şer dikin
Artêşa Rûsyayê ragihand, hêzên taybet ên Rûsî mil bi milê hêzên Kurdî û hêzên eşîran li rojhilatê Sûriyê şer dikin.

Fermandarê Fermandariya Operasyonên Rûsyayê, General Sergey Rudskoy di daxuyaniyekê de aşkere kir, “fermandeyên serbazî yên Rûsyayê plana operasyonê danîbûn û ji wê baregeha sereke ve hemahengî li gel hêzên Kurdî û çekdarên hozên navçeyê dikirin, ku bi hev re bi armanca operasyonê damezrandibûn.”

Sergey Radskoy got: “Di roja 3ê Kanûnê de, grûpên milîs ên hozên navçeyê û hêzên Kurdî mil bi milê hêza operasyona taybetî ya Rûsyayê di bin sîwana parastina hêza esmanî ya Rûsyayê de têkbirina terorîstên DAIŞê li aliyê rojhilatê Çemê Firatê bi dawî kirin û sînorê Sûriyê û Iraqê kontrol kirin.”

Wî generalî Rûsî herwiha diyar kir, di van demên dawiyê de firokeyên cengî yên Rûsyayê gelek êrişên esmanî bi armanca piştevanîkirina ji hêzên Kurdî encam dane û “rojane zêdetir ji 100 caran bi vê armancê firrîne”.

Daxuyaniya wî berpirsê pilebilindê serbazî yê Rûsyayê di demekê de ye, ku di heyama 3 salên bihorî de Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê alîkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Piştre jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daye.

Pêştir Berdevka YPJê Nesrîn Ebdullah ragihand, odeyeke hevbeş di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên Rûsya li rojhilatê Firatê hatiye damezirandin.

Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Rûsyayê General Valery Gerasîmov jî îro ragihand, hêzên Kurdan û eşîrên herêmê di kontrolkirina rojhilatê Cemê Firatê de rolake sereke lîstin û ew navçeyên Dêrezorê ji destê çekdarên DAIŞê deranîn.

Roja Yekşemiyê 03-12-2017ê jî Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd di civîneke li gel Cîgirê Fermandarê Navenda Hêzên Rûsya li Sûriyê, Aleksey Kîm (Alexei Kim) de ragihandibû, hêzên wan bi alîkariya Rûsya û Amerîkayê tevahiya gundewarê Dêrazorê li rojhilatê Firatê ji destê DAIŞê derxistine.

Rudaw
Top