Li Hewlêrê konfransa dîcîtalize kirina hikûmetê hat lidar xistin
Li gorî projeyê dê proseya bi elektronîkirina saziyên ser bi Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 4 salan bidome.
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, bi cibicîkirina wê projeyê dê xerciyên wezaretê û hikûmetê kêmtir bin û hêsankarî jî ji bo hemwelatiyan tê dikin.
