"Divê meseleya Kurd di çarçova demokrasiyê de were çareserkirin"
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kılıçdaroğlu di derbarê meseleya Kurd li Bakûrê Kurdistanê axivî. Serokê CHP li ser vê mijarê diyar kir ku ew vê meselê weke meseleyeke demokrasî û azadiyê dibînin û wiha axivî: “Ji ber wê yekê di vê di vê çarçovê de, di çarçova demokrasî û azadiyê de ev pirs were çareserkirin.”
Kılıçdaroğlu di wê axaftina xwe de di derbarê doza ku li dijî wî hatiye vekirin de jî axivî û got berdela wê çi be ew ê bide.
Basnews
