Fûad Mesûm: Em biryara Trump red dikin
Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokomariya Iraqê, Fûad Mehsum biryara Amerîkayê ,weke biryareke sîtemkarane û bê bingeh daye zanin û ragihand, ku ev yek derbeyeke hişk li proseya aştiya navçeyê dixe.
Fûad Mehsum destnîşan dike ku “ev biryar binpêkirineke eşkere ya yasayên navdewletî û yên Neteweyên Yekgirtî ye û di heman demê de, binpêkirina mafên rewa yên gelê felestînî ye.”
Mehsum anî ziman ku take çareseriya rewa ji bo pirsa Felestînê, damezirandina dewleta serbixwe ya Felestînê û li ser bingeha vegera sînorên 4ê Hezîrana 1967an dibe ku paytexta wê jî Urşelîmê be.
Di heman demê de Serokomarê Iraqê daxwazê ji felestîniyan dike, ku yekîtiya xwe ya nîştimanî bihêz bikin, ji bo bikaribin berevaniyê ji mafên xwe bikin.
Serokê Amerîka Donald Trump duh roja çarşemê (06.12.2017) bi biryarnameyeke fermî Urşelîm weke bajarê Îsraîlê nas kir.
Rudaw
