• Thursday, 19 February 2026
logo

Piştî 65 salan Serokkomarekî Tirkiyê serdana Yunanîstanê dike!

Gulan Media December 7, 2017 Nûçe
Piştî 65 salan Serokkomarekî Tirkiyê serdana Yunanîstanê dike!
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan îro ji bo serdaneke fermî gihişt Atînaya paytexta Yunanîstanê.

Recep Tayîp Erdogan piştî 65 salan, yekemîn Serokkomar e ku serdana Yunanîstanê dike û beriya serdana wî Asayîşa Yunanîstanê tevdîrên berfereh yên ewlekariyê wergirtine û hat zanîn 3 hezar polîs hatine erkdarkirin.

Di çarçoveya serdana xwe de Serokkomarê Tirkiyeyê ligel Serokwezîrê Yunanîstanê Alexix Çîpras bicive û radestkirina derbekerên 15ê Tîrmehê, pirsa Qibris, penaberan, pêwendiyên Tirkiye û Yekitiya Ewropayê dê werin gotûbêjkirin.

Rudaw
Top