• Thursday, 19 February 2026
logo

Dîplomatê amerîkî: Şerê Kurdan û hêzên Esed misoger e!

Gulan Media December 6, 2017 Nûçe
Dîplomatê amerîkî: Şerê Kurdan û hêzên Esed misoger e!
Şerê navxwe yê Sûriyê ketiye qonaxeke nû. Hêzên alîgirê hikûmetê, nîvê sûriyê kontrol kirine û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî di navçeyên bin kontrola DAIŞê de pêşve diçin. Heta niha jî van herdu hêzan bi awayeke cuda kar kirine û pêşve çûne. Lê bi nêrîna balyozê berê yê Amerîkayê li Sûriyê, ev rewş dê were guhertin û ji bo Amerîkayê ya baş ew e, ku demildest hizra vekişandina hêzên xwe li Sûriyê bike. çimkî zû yan jî dereng, hêzên hikûmetê dê bi piştgiriya Îran, Rûsya û hevpeymanên xwe yên din, hêza xwe bişîne rojhilatê Sûriyê.

Robert Stephen Ford di navbera salên 2011 û 2014ê de balyozê Amerîkayê li Sûriyê bû û di nava kelegerma raperîna gelê Sûriyê de, ji Amerîkayê daxwaz kir alîkariyê pêşkeşî dijbereya Sûriyê bike. Her ji ber xemsariya rêveberiya berê ya Washingtonê jî dest ji kar kişand. Lê belê Ford niha di wê baweriyê de ye, ku rêya tekane ya ji bo Amerîkayê ew e, ku “vê rewşa kambax a ser serê milyonan kesên Sûriyeyî sivik bike.”

Sedemên serkeftina Esed

Robert Stephen Ford derbarê bijardeyên Amerîkayê yên li Sûriyê de ji kovara Foreign Affairs re gotarek nivîsiye û amaje bi hinek faktoran dike, ku bûne sedema serrkeftina hikûmeta Sûriyê li rojavayê wî welatî. Ford van faktoran weke; nakokiyên navxweyî yên dijbereyê, rednekirina grûbên tundrew ên weke Bereya Nûsra, zêdebûna hevkariyên leşkerî yên Tehran û Moskowê ji bo Şamê û kêmbûna hevkariyên Tirkiye û Amerîkayê yên ji bo dijbereya erebên sunnî, rêz dike.

Salek bi ser ketina rojhilatê Helebê re derbas bûn, ku bêyî beşdarbûna hêzênj esmanî yên Rûsya û mîlîsên şîe ne mumkun bû hikûmeta Sûriyê bikare di vî şerî de serkeftî be. Ji wê serdemê ve Moskowê ji bo civandina hikûmeta Sûriyê û aliyên nermxwaz ên dijbereyê hewldaneke mezin daye û bi çardêriya Îran, Tirkiye û Rûsyayê ew anîne ba hev. Di Gulana 2017ê de Tehran, Enqere û Moskowê, li xakên bin kontrola hêzên dijbereyê, ji bo avakirina navçeyên aram planeke hevpar ragihandin.

Ford balê dikişe ser wê yekê, ku çi gava di berjewendiya wî de be, hikûmeta Sûriyê agirbest binpê kiriye. Di vê heyamê de tenê li Idlib û bakûrê rojavayê Sûriyê, hinek aram bûye. Di vê astê jî de pabendbûna bi agirbestê, “destekefteke mezin a leşkerî daye hikûmeta Sûriyê.”

Lê dîplomatê berê yê amerîkî Ford, ne di wê baweriyê de ye, ku hikûmeta Şamê, bi awayeke mayînde pabendê agirbestê bimîne.

Hikûmeta Serokomarê Sûriyê Beşar Esed, di dema danûstandinên aştiyê de, qebûl nekiriye, ku di sîstema siyasî ya Sûriyê de çaksazî û guhertinên bingehîn bike. Herwiha, mayîna Esed a li ser desthilatê jî weke “xeta sor” destnîşan kiriye.

Ji aliyê din ve, dijbereya Sûriyê, nemana Esed a li ser desthilatê weke mercê sereke yê rêkeftinê dibîne.

Bi nêrîna Ford; “Dibe hikûmeta Sûriyê li ser guhertina serokwezîr, wezîrê çand an jî yê aborî rêkeftinê bike, lê daxwaza şefafbûn û hilbijartinên bi azadane û dadperwerî jî qebûl nake. Ev yek jî tê wê wateyê, ku dewleta ewlekarî ya tawanbar, weke berî di cihê xwe de bimîne.”

Bijardeyên xirab ên li pêşiya Amerîkayê

Tekoşîna têkbirina DAIŞê, ku hinceta beşdarbûna Amerîkayê ya nav qeyrana Sûriyê bû, bi dawî dibe û divê di demeke nêzîk de Koşka Spî derbarê çarenivîsa hêzên xwe yên li Sûriyê biryarê bide.

Amerîka, di dema êrîşên DAIŞê yên li ser Kobanî de beşdarê şerê Sûriyê bû. Paşî hevkariyên wan ên ji bo Hêzên sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam bûn, ku ev hêz bi serpereştiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatiye damezrandin.

Robert S. Ford di wê baweriyê de ye, di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên Rojavayê Kurdistanê misoger dê şer çêbibe û amaje bi wê yekê dike, ku beşdarbûna Amerîkayê ya nava vî şerî û pişgiriya wî ya ji bo hêzên kurdî “tiştekî xelet” e. Çimkî ti aliyeke din piştgirî nade vê pêngava Amerîkayê ya li bakûr û rojhilatê Sûriyê. Hikûmetên Îran û Tirkiyê, ku pirsa Kurd ji wan re jî pirsgirêka sereke ye, dê piştgiriyê bidin pêngava Esed.

Ji bilî vê yekê, bi nêrîna Ford, “Li Amerîkayê ti îradeyeke siyasî nîne, ku piştgirî bide şerê Amerîkayê ya ji bo qazanca hêzên Kurdî yan jî hozên Ereb ên Dêrezorê. Ji xeyvê vê jî rojhilatê Sûriyê ji bo siyaseta ewlekariya nîştîmanî ya Amerîkayê ti caran giring nebûye.”

Îsraîl û Amerîka nîgeran in, ku mîlîsên şîe yên bedşarê şerê Sûriyê dibin, pêgeha Îranê yên li Girê Golanê bihêz bikin.

Balyozê berê Amerîkayê li Sûriyê vê nîgeraniyê “rewa” dibîne lê tekez jî dike, ku “Sûriye ne cihê tekoşîna li hember firehxwaziya Îranê ye.” Herwiha bi nêrîna wî, zehmete Rûsya berjewendiyên xwe yên li gel Îranê bike qurbanê parastina Îranê, ku li Qafqasan û Asyaya Navendî berjewendiyên hevpar ên siyasî û bazirganî yên Moskow û Tehranê hene.

Ford dibêje, Îsraîl û Amerîkayê par biryara xwe dane û “madam qebûl kirine, ku Esed li ser kursiya desthilatê bimîne, wate divê wê yekê jî qebûl bikin, ku dê Îran li Sûriyê bibe hêzeke bi bandor.”

Di gotara xwe de Robert S. Ford balê dikişe ser bijardeyeke din û dibêje, ji bo avakirina Sûriyê hevkarî û alîkarîdayîna hikûmeta Sûriyê jî ji bo Amerîkayê bijardeyeke din ê xelet e.

Ji ber ku hemû hevkariyên civaka navdewletî yên ji bo Sûriyê, dawiya dawîn diçin berîka hinek kesên nêzîkî Esed. Bi nêrîna Ford, “Washington û hevpeymanên wî, di vê rewşê de çi qas alîkariya hikûmeta Sûriyê bikin, dawiya dawîn dîsa dê xelkê Sûriyê di destê gendelî, dirindeyî û rêveberiyeke xirab a aborî de binale.”

Siyasetmedar û şirovekar vê argûmentê derdixin pêş, ku hebûna hêzên Amerîkayê li Sûriyê, dikare parastina mafên mirovan û buhayên demokrasiyê bike. Lê Ford di vî warî de xwediyê nêrîneke cuda ye. Bi baweriya wî, “Hikûmeta Sûriyê biryar daye hemû herêman careke din kontrol bike. Îdeolojiya Beesî li dijî ne nevandîbûnê ye. Ji bilî vê yekê, ti ezmûneke xelkê Sûriyê di warê parvekirina desthilatê bi ser parêzgeh û bajaran de nîne. Lewma pir zehmet e, ku Esed dest bavêje çaksaziyên rast ên siyasî û îdarî.”

Çi di destê Amerîkayê de dimîne?

Robert S. Ford, ku niha li Peymangeha Rojhilata Navîn a Washingtonê kar dike, dide xuyakirin, ku tenê bijardeyek li ber destê Koşka Spî heye, ku dikare “xêrekî ji bo gelê Sûriyê” bike. Ew jî ew e, ku “Li Misir, Urdun, Lûbnan û Tirkiyê alîkariyê bide penaberên Sûriyê û wan ji grûbên tundxwaz dûr bike.”

Ford vê yekê naveşêre ku cihê mixabiniyê ye, ku piştî 7 salên şerê Sûriyê tenê bijardeyek di destê Amerîkayê de mabe lê ji vî çêtir jî tiştek ji destê Amerîkayê nayê.

Rudaw
Top