Erdhejeke 4.9 deverên Silêmanî û Helepçe hejandin
Peyamnêra WAARê li Silêmanîyê ragihand: Îro sibehê sat 8:53 xulek erdhejeke bi hêza 4.9 pileya Rêxter bi kûratîya 10 kîlometran deverên sinorî di navbera herêma Kurdistanê û rojhelatê Kurdistanê hejandin.
Herwisa ragihand: Welatîyên bajarên Helebçe û Silêmanîyê û deverên derdor ji sedema hêza erdhejê hest bi hejandina erdî kir, lê ji sedema kemîya dema erdhejê, ti zîyan nebûn.
Ev di demekê daye ku piştî erdheja 12ê meha borî, ta niha zêdetir ji 500 erdhejan li deverên Kurdistanê dayne û zîyanên madî û gîyanî yên mezin li dûv xwe hêlayne.
Waar.tv
