Barzanî û Kobîş têkeliyên Hewlêr û Bexdayê dinirxînin
Nîçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanî, roja 05.12.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Yan Kobîş şandiyê taybetiyê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê û şandeya pê re kir.
Di civînekê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê amade bû, her du aliyan pêşhatên dawiyê yên herêmî, Kurdistan û Îraqê û têkeliyên navbera Hewelêr û Bexdayê gotûbêj kir û, di vê çarçoveyê de, serokwezîr rola Neteweyên Yekgirtî di pêkanîna atmosferek minasib ji bona destpêkirina danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê bi roleke bi bandor wesif kir
Rudaw
