• Thursday, 19 February 2026
logo

‘Ebadî bi daxuyaniyek xwe re ket nakokiyê!’

Gulan Media December 5, 2017 Nûçe
‘Ebadî bi daxuyaniyek xwe re ket nakokiyê!’
Serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek xwe re ket nakokiyê û derket holê ku ew daxuyaniya wî derew e û 72 demjimêr molet da fermandarên leşkeri.

Li gor zanyariyên ku hatin belav kirin û di çapemeniya Iraqê cîh girtine serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî 72 demjimêr molet daye fermandarên leşkeri yên welatê xwe ku sînorê rojavayê Iraqê ji rêxistina terorîst a DAIŞê paqij bikin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî berî niha çend caran dawî hatina rêxistina terorîst a DAIŞê li Iraqê ragehandibû û serkeftina hêzên Iraqê li hember wan bi daxuyaniyên fermî ve ragehandibû û gotibû DAIŞ li Iraqê nemaye.

k24
Top