Eşwaq Caf: Îhtimal heye hilbijartinên Iraqê salekî bên paşxistin
Parlamentera kurd û endama firaksyona PDKê li parlamentoya Iraqê Eşwaq Caf ji BasNewsê re got, şîe naxwazin hilbijartin bên kirin ji ber wê jî daxwaz hilbijartin bên paşxistin.
Eşwaq Caf her wiha got, hêceta şîeyan bo paşxistina hilbijartin ew e ku ew sunniyên ku ji ber şerê DAIŞê koçber bûne divê vegerin ser mal û warên xwe. Ez îhtimal didim ku hilbijartinên Iraqê salekî bên paşxistin.
Hilbijartinên Iraqê meha Gulana sala 2018 tên kirin.
Basnews
