Serhed Qadir: Jiyana Kurd li Kerkûk û Xurmatûyê ne parastî ye
Roja 16ê Cotmeha bûrî çend berpirsên YNKê xiyanetî kirin û mîlîşyayên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê anîn Kerkûkê, wek bi fermî Serokatiya Herêma Kurdistanê û kesayetiyên pilebilind ên YNKê ragihandine.
Di dirêjahiya hewlên Bexda û mîlîşyayên Heşda Şeibî yên ji bo jêbirina nasnameya Kurdî ji ser Kerkûkê û desteserkirina berpirsên Kurd ên bajêr, fermana desteserkirina Rêveberê Qeza û Navçeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir û 12 efser û piledarên din ên polîsa Kerkûkê derkiribû.
K24
