• Thursday, 19 February 2026
logo

Bereya Tirkmenî 11 pêşniyar pêşkêşî Ebadî kirine

Gulan Media December 4, 2017 Nûçe
Bereya Tirkmenî 11 pêşniyar pêşkêşî Ebadî kirine
Desteya Koordinasyona Bilind a Bereya Tirkmanî ya Iraqê 11 pêşniyar pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kirine.

Desteya Koordinasyona Bilind a Bereya Tirkmanî ya Iraqê îro li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hevdîtinek pêk anî.

Serokê Giştî yê Bereya Tirkmanî ya Iraqê Erşed Salih li ser hesaba xwe yê Twitterê derbarê hevdîtinê de ragihand ku wan ligel Ebadî civînekê berhemdar encam dane û got: “Hat dîtin ku nêrînên me herdu aliyan jî weke hev in.”

Erşed Salih di daxuyaniya xwe de wiha got: “Me planeke ji 11 xalan pêk tê ya ji bo dahatûya Kerkûk û herêmên din pêşkêşî Serokwezîr Heyder Ebadî kir.”

Li Encumena Parêzgeha Kerkûkê, 9 kursiyên Bereya Tirkmanî ya Iraqê hene û li parlamentoya Iraqê jî 2 nûnerên wan hene. Bereya Tirkmanî ya Iraqê dema Ala Kurdistanê li Kerkûkê hatibû hildan li dijî aliyên siyasî yên Kurdî derketibû. Ne tenê di wê mijarê de, li ser mijara çarenûsa Kerkûk û di hilbijartinên giştî de rikeberiya Kurdan dike û lihev Kurdan nake.

Rudaw
Top