• Thursday, 19 February 2026
logo

Zalmay Xelîlzad: Fransa piştevaniya Kurdistaneka bihêz dike

Gulan Media December 3, 2017 Nûçe
Zalmay Xelîlzad: Fransa piştevaniya Kurdistaneka bihêz dike
Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Iraqê Zalmay Xelîlzad li ser vexwendina Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo Parîsê, ragihand ku Fransa piştevaniya Kurdistaneka bihêz dike.

Dîplomatê amerîkî û balyozê berê yê Iraqê Zalmay Xelîlzad li ser rûpela xwe ya Twitterê behsa vexwendina şanda Kurdistanê bo Parîsê kiriye û ew serdan weke "pêngaveke giring" bi nav kiriye.

Zalmay Xealîlzad di peyama xwe de gotiye: "Fransa bi vexwendina Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Koşka Elyseeyê, pêşengiya xwe ya piştgirîdana Kurdistaneka bihêz îsbat kir. Ev pêngaveke giring e û dibe ku ji bo danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê hêsankariyê bike."

Duhî Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elyseeyê pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir û bi wan re li ser çawaniya çareserkirina kirîza navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kir.

Basnews
Top