Civata nûneran ji bo retkirina budceya 2018ê dê bicive
Selah Bamernî peyamnêrê WAAR li Bexdayê ragihand; Biryar ew bû rûniştina neasayî ya civata nûnerên Îraqê îro li sat 11î sibehê be lê ji sedema temam nebûna nîsaba qanûnî rûniştinê hêş dest pê nekirîye.
Diyar jî kir: Ger rûniştin hat pêkanîn dê biryarê li ser vegerandina budcey ji bo hikumetê bê dan.
Lijneya herêm û parêzgehan li civata nûnerên Îraqê îro ragehand; Ji sedema hebûna kêmasîyan di piroje budceya sala 2018ê da û herwesa nerazîbûna piranîya hêzên sîyasî li ser behra parêzgehan piroje dê careka din ji bo hikumetê bê vegerandin.
Waar.tv
