• Thursday, 19 February 2026
logo

Malkî: Daxwaza Emmanuel Macron li dor Heşda Şe’bî nahê qebûlkirin

Gulan Media December 3, 2017 Nûçe
Malkî: Daxwaza Emmanuel Macron li dor Heşda Şe’bî nahê qebûlkirin
Cêgirê serokkomarê Îraqê daxwaza serokê Firensa ya helweşandina hêzên Heşda Şe’bî ret kir û ragihand: Nabe Firensa maytêkirinê di karûbarên Îraqê de bike.
Nurî Malkî cêgirê serokkomarê Îraqê di beyanekê de bersiva daxuyanîya Emmanuel Macron serokê Firensayê da û ragihand: Daxwazîya Emmanuel Macron ya helweşandina hêzên Heşda Şe’bî bi ti rengan nahê qebûlkirin û ew daxwaze maytêkirine di karûbarên navxwe yên Îraqê de.
Herwesa got: Destûrê Firensa rê nade ew welat maytêkirinê di karûbarên ti welatan de bike lê niha serokê Firensa dixwaze hêzîn Heşda Şe’bî bên helweşandin.
Ev di demekê da ye ku Emmanuel Macron di pirêskonferansê xwe û Nêçîrvan Barzanî da li Koşka Elyseeyê ragihandibû: Pêdivîye hemû mîlîşyayên çekdar li Îraqê û di nava wan da Heşda Şe’bî bên helweşandin.

Waar.tv
Top